TR KU SO
FB X
Cîhan

Berpirsên Amerîkî: Wê operasyona Îranê bi hefteyan dom bike

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 sibat 2026 18:18

PeyamaKurd- Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DY), tevî ku pêvajoya danûstandinan a bi Îranê re berdewam dike, bi şandina hêzên deryayî û asmanî yên mezin bo Rojhilata Navîn hebûna xwe ya leşkerî zêde dike.

Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku koma êrîşê ya balafirhilgir, fîloyên balafirên şer ên pêşketî û pergalên parastina fûzeyan li herêmê hatine bicihkirin. Di navenda vê sewkiyata deryayî de keştiya balafirhilgir USS Abraham Lincoln heye û tê gotin ku keştiya USS Gerald R. Ford jî wê bo herêmê were şandin.

Hemû vebijark li ser maseyê ne

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku sipartiye du karbidestên payebilind ên Amerîkî, artêşa Amerîka amadekariya operasyoneke muhtemel dike ku dibe bi hefteyan bidome. Rayedaran diyar kir ku vê carê ne tenê binesaziya nukleerî, lê dibe ku navendên dewletê û saziyên ewlehiyê yên Îranê jî bibin armanc.

Berdevka Koşka Spî Anna Kelly destnîşan kir ku Serok Trump hemû vebijarkan dinirxîne û got, "Di mijara Îranê de hemû vebijark li ser maseya Serok Trump in."

Trump bi xwe jî diyar kir ku ger lihevkirinek çênebe, dê keştiyên din ên balafirhilgir bişîne herêmê û anî ziman ku "guherîna rejîmê li Îranê dê tişta herî baş be."

Parve bike: