TR KU SO
FB X
Cîhan

Bexda | Bi mosekan careke din êrîsî baregeha leskerî ya Amerîkayê kirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2022 16:04

PeyamaKurd Bi moşekan careke din êrîşî baregeha leşkerî “Victoria” ya hêzên Amerîkî li nêzîk Balafirxaneyana Navdewletî ya Bexdayê kirin.

Li gor çavkaniyekw ewlehiyê ji Bexdayê diyar kir, berbanga îro 5/1/2022an bi 4 moşekên Katyusha, êrîşî ser baregeha Victoria ya Amerîkî li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hate kirin.

Herwiha hat destnîşankirin, 3 moşek bi rêya sîstema berevaniya asmanî (c-ram) hatin xistin û moşeka 4em jî li nêzîkî baregeha Amerîkî ket.

Medyaya nêzîkî komên çekdar ên Iraqê diyar kirin, ew moşek ji taxa Cîhad a nêzîkî Balafirxaneya Bexdayê ve hatine avêtin û avahiya posta leşkerî ya Artêşa Amerîkî li baregeha "Victoria" kiriye armanc.

Parve bike: