TR KU SO
FB X
Cîhan

Bexda | Li dijî bingeha leskerî ya Amerîkayê êrîsa mosekî

Hevi Turan
Nivîskar
📅 16 hezîran 2020 15:40

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nêzîkî Blafirxaneya Bexdayê êrîşeke moşekî li dijî binkeyeke hêzên Amerîkî pêk hatiye ku 2 moşek ketine.

Çavkaniyeke ewlehiyê li Bexdayê ragihandiye ku şeva borî bi moşekên Katyûşa êrîşek li dijî binkeyeke hêzên Amerîkî ya nêzîkî balafirxaneya navdewletî ya Bexdayê hat kirin ku di encama wê êrîşê de ti ziyaneke canî çênebûye.

Hat diyarkirin ku herdu moşek li nêzîkî navenda Hevahengiya Dîplomasî ya Bexdayê ketine û piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê sekoyeke avêtina moşekan li taxa Furat li nêzîkî balafirgehê li rojavayê Bexdayê dîtine.

Parve bike: