TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi besdariya çend welatan tetbîqata Herkolê destpê kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 22 tebax 2022 14:56

PeyamaKurd – Bi beşdariya çend welatan, li çola Misirê tetbîqata Herkolê destpê kir.

Çapemeniya Misirê diyar kir, tetbîqata Herkol 2 ya li çola Misirê, îro 22ê Tebaxê destpê kiriye.

Hat ragihandin, di tetbîqatê de hêzên leşkerî yên Siûdiye, Misir, Yûnan, Amerîka Îmarat û Qibrisê jî beşdarin.

Herwiha di tetbîqatê de çend welatên din jî weke çavdêr beşdarin û wê cûreyên nû yên çekan û karîn û taktîkên nû yên leşkerî,( êrîş kirin û berevanî kirinê) werin pêşandan.

Parve bike: