TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi çekan li balafirê xistin û her dû ajotvanên wê kuştin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 12 sibat 2026 01:28

PeyamaKurd – Li Endonezyayê li eyaleta Papuayê balafira ku xwe datanî balafirgehê, bi çekan lê xistin û her dû pîlotên balafirê mirin.

Li gor ragihandina Antara Newsê; rayedar ragihandine ku balafira ya tîpa "Cessna Grand Caravan" ji Tanah Merahê bi hewa ketiye û wexta xwe datanî balafirgeha herêma Boven Digoelê ya li heman eyaletê, ketiye ber êrîşa çekdarî.

Rayedar ragihandine ku her dû pîlotên balafirê mirine lê rewşa 13 rêwiyên din başe. Li ser rûdanê lêkolîn dewam dike.

Parve bike: