Cîhan
Bi dronan êrîsî ser navçeya Krasnodar a Rûsyayê hat kirin
PeyamaKurd – Vê sibê bi dronan, êrîşî ser navçeya Krasnodar a Rûsyayê hat kirin.
Medyaya Rûsyayê diyar kir, piştî ku bi rêya dronê êrîşî ser navçeyê hatiye kirin, dengê hejmarek teqînên bihêz li Krasnodar hatiye bihîstin û tirs li cem nişteciyên wî bajarî çêkiriye.
Herwiha Hakimê Navçeya Rostovê ya Rûsya daye zanîn, sîstema berevaniyê ya Rûsyayê moşekeke Ukraynayê têk biriye ku navçeya Rostovê kiriye armanc.