TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden besdarî civîna rêberên herêmî yên Amerîkî dibe

Leyla Denli
Nivîskar
📅 13 mijdar 2021 13:37

PeyamaKurd – Qesra Spî diyar kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden wê roja Duşemê beşdarî civîna rêberên herêmî yên Amerîkî bibe.

Civîna rêberên herêmî yên Amerîkî, wê ji sala 2016an vir ve cara pêşî li dar keve.

Li gor zanyariyan, wê civîn li Qesra Spî çêbibe ku bi wî awayî ew qesir wê cara pêşî bibe cîhê civîna rêberên herêmî yên Amerîka.

Berdevka Qesra Spî Jen Psaki ji rojnamevanan re diyar kir, Biden wê bi rêberên Amerîkîyên resen re ser ewlekariyê û pêşdebirina dadmendiyê biaxife.

Parve bike: