TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden: Em li hember cîhanê hetikîn!

Ruken güler
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2023 18:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di Meclisa Nûneran a encûmena jêrîn a Kongreya Amerîkayê de serokê meclisê di gera 6emîn de jî nehat hilbijartin. Hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê, ev yek wekî şerm û hetikînê pênase kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, di nirxandina xwe ya ku kir de da zanîn ku ji ber Serokatiya Meclisa Nûneran nikaribûye bê hilbijartin, meclîsê nekaribûye dest bi kar bike û ev yek ji bo dîtbariya derveyê welêt ne baş e.

Joe Biden got, "Ez difikirim ku şerm e ku vî karî ew qas dirêj dewam kir.”

Her wiha Biden bi rêya daxuyaniya xwe hêviyên xwe araste kir ku Komarparêz bi tevlîbûna bi hev re vê qeyranê derbas bikin.

Parve bike: