TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden û Erdogan li Lutkeya G20an civiyan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2021 18:32

PeyamaKurd -  Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan  di çarçoveya Lûtkeya Serokên G20an ya li Romayê de civiyan.

Serokê Amerîkayê Joe Biden beriya ku bi Erdogan re bicive got: "Em hêvî dikin ku hevdîtineke baş bikin."

Di hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya di çarçoveya Lûtkeya G20ê ya li Romayê de, wezîrên derve yên herdu welatan Antony Blinken û Mevlut Çavuşoglu jî beşdarî kirin.

Hat ragihandin ku di civînê de mijara Lîbya, krîza li Sûriyê, sîstema berevaniya asmanî ya rûsî S-400 û mijara kirîna balafirên F-16 hatiye gotûbêjkirin.

Piştî hevdîtinê civîneke hevpar a rojnamevanî nehat sazkirin û ti daxuyaniyek hîn nehatiye dayîn. Li gorî ragihandina medya Tirk tê çaverêkirin ku îro êvarê Erdogan derbarê naveroka hevdîtina ligel Biden de daxuyaniyan bide.

Parve bike: