TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden û Kazimî li ser pêwendiyên Washington û Bexdayê guftûgo kirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 24 sibat 2021 14:59

PeyamaKurd – Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, bi rêya telefonê, li ser pêwendiyên Washington û Bexdayê, şerê bi DAIŞê re û bicihkirina aştiyê li navçeyê axivîn.

Li gor Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Twittera xwe nivîsî û diyar kir: “Di pêwendiyeke telefonî ya bi Serok Joe Biden re, me pêşvebirina pêwendiyên dualî û bihêzkirina hevahengiya hevbeş guftûgo kirin. Me li hev kir, bi hev re kar ji bo bicihkirina aştî û ewlehiyê li navçeyê û şerê li dijî DAIŞê bikin.”

Herwiha Kazimî daye zanîn: “Me tekezî li ser berdewamiya guftûgoyên stratejîk ên di navbera her du welatan de kir.”

Parve bike: