Cîhan
Biden û Scholz: Ger Rûsya Ukraynayê dagir bike em ê baskê rojhilat yê NATOyê xurttir bikin
PeyamaKurd – Qesra Spî bi daxuyaniyekê da zanîn, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, bi telefonê li ser rewşa dawî ya aloziya Rûsya û Ukrayna danûsitendin kirin.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî, Biden û Scholz eşkere kirine, ger Rûsya, Ukraynayê dagir bike, ew ê baskê rojhilat yê NATOyê xurttir bikin.
Herwiha her du aliyan destnîşan kirine, ew girêdayî yekîtîya axa Ukrayna ne û bala wan li ser serweriya wî welatî ye.
Berdevkê Hikûmeta Alman Steffen Hebestreit jî diyar kir, Scholz û Biden bal kişandine ser metirsiya li sînorê Ukrayna.
Hebestreit got, her du rêber jî dibêjin ku rewşa li sînorê Ukrayna “pir cidî” ye.