TR KU SO
FB X
Cîhan

Bihayê petrolê li bazara cîhanê bilind bû: 110 Dolar derbas kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 02 adar 2022 14:02

PeyamaKurd Li cîhanê bandora aborî ya şerê Ukraynayê berdewam dike. Bihayê petrolê li bazara cîhanê bilind bû û bermîla petrola Brent jî 110 Dolar derbas kir.

Bihayê bermîla petrola Brent, îro Çarşemê ji sedî 4,88 zêde bû û bû 110,09 Dolar. Her bermîlek petrola xav a Teksasa Rojava jî ji sedî 5,06 zêde bû û bû 108,64 Dolar.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di yekem roja êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê ya di 24/2/2022an de, cara yekem piştî 7 salan bihayê bermîlek petrolê 100 Dolar derbas kiribû.

Li gor pisporan, rewşa li Ukraynayê, cezayên darayî û enerjiyê yên li dijî Rûsyayê, wê krîza enerjiyê aloztir bike û pispor pêşbînî dikin; eger nakokî zêdetir bibin, wê bihayê petrolê hîn bilindtir bibe.

Parve bike: