Bîlançoya Cejnê: Di rojekê de 7 hezar û 364 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Tirkiyê her sal di maweya Cejna Qûrbanê de, ji ber qezayê dema serjêkirina ajalan bi hezaran kes xwe birîndar dikin û diçin nexweşxaneyan.
Îsal jî ew adet neguherî û qesabên ecemî ku di serjêkirina qûrbanan de cî girtin xwe birîndar kirin.
Li gorî amarên roja yekê ya Cejna Qûrbanê, 7 hezar û 364 kesên dema serjêkirina qûrbanan xwe birîndar kirine serî li nexweşxaneyan dane û hatine dermankirin.
Tenê li bajarê Stenbolê 1 hezar û 358 kes di roja yekê de birîndar bûn û hat zanîn 26 kesên rewşa wan giran jî ketin bin neştergeriyê.
Li paytexta Tirkiyê Enqerê jî li gorî amarên roja yekê, 723 kes dema serjêkirina qûrbanan birîndar bûne û serî li nexweşxaneyan dane.
Li bajarê bakurê Kurdistanê ji ber ku qûrban di roja duyem de têne serjêkirin, ji bo roja yekê ti amarên birîndarbûnê nehatine.