TR KU SO
FB X
Cîhan

Blinken careke din hisyarî da Îsraîlê

Leyla Denli
Nivîskar
📅 23 gulan 2024 14:33

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Antony Blinken got, ger Îsraîl têkeve Refahê, pirsgirêk çareser nabe û wê li Xezzeyê berxwedaneke mezin a ku berpirsyarê wê be, mîras bigire.

Blinken careke din hişyarî da Îsraîlê ku bêyî planeke berfireh a pêbawer û pêkan êrîşeke mezin li ser Refehê pêk bîne, li herêmê derdora 1.5 milyon sivîlên Filistînî hene û dagîrkirina herêmeke wiha wê encamên giran bi xwe re bîne.

Blinken got, "Eger Îsraîl bi temamî têkeve Refahê da ku tabûrên mayî yên Hamasê tune bike, pirsgirêk çareser nabe. Piştî êrîşeke wiha jî wê bi hezaran endamên Hamasê yên çekdar bimînin. Di vê rewşê de Îsraîl wê bibe mîrasê berxwedaneke mezin a li Xezzeyê ku wê berpirsyariya wê be."

Blinken bi bîr xist ku heta niha Îsraîl ji bo êrîşa li ser Refahê planeke berfireh pêşkêşî wan nekiriye, Blinken diyar kir ku bêyî plansaziyek wiha pêşdeçûn pir zehmet e û li şûna wan tenê hin planên tunekirina endamên Hamasê pêşkêş kirin.

Blinken eşkere kir ku perspektîfa DYA pêşkêş dike tenê Hamasê dike hedef û armanc dike ku zirarê bide sivîlên li herêmê, Blinken got, wan di her hevdîtinê de fikarên xwe yên derbarê Refahê bi Îsraîlê re parve kirin.

Parve bike: