Cîhan
Blinken: Dibe ku Amerîka Rûsyayê têxe lîsteya dewletên pistevaniya terorê dikin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di derbarê operasyona Rûsya li Ukraynayê de diyar kir, dibe ku rêveberiya Amerîka Rûsyayê têxe lîsteya “dewletên piştevaniya terorê dikin.”
Anthony Blinken di rûniştina Kongressê de bersiva pirseke Senatorê Komarî Lindsey Graham da û eşkere kir: “Em lêkolîna wê yekê dikin. Pisporên yasayî jî vê yekê lêkolîn dikin.”
Blinken destnîşan kir: “Tu gumanên min tune ku Rûsya, terorê li hember gelê Ukraynayê dike.”