TR KU SO
FB X
Cîhan

Bombeyê xistin erebê: 2 mirî û 4 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 09 nîsan 2023 03:17

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber-Pahtunhvayê ereba ku hêzên asayîşê tê de bûn, ket ber êrîşa bombeyî û di encamê de 2 leşker mirin û 4 leşker birîndar bûn. Êrîşker, bombeya bi dest hatibû çêkirin, xistibûn ereba leşkeran û paşî teqandin.

Leşkerên jiyana xwe dan, navên wan Naib Subedar Hazrat Gul (37) û Sepoy Nazir Ullah Mehsud (34) in. Heya niha kes êrîşê negirtiye aliyê xwe.

Parve bike: