Borrell: Serhildana Wagnerê, hêza Kremlînê sikand!
PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ragihand ku serhildana Koma Wagner nîşan dide ku hêza Kremlînê şikest û bandor li pergala wê ya siyasî kir.
Josep Borrell, beriya civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê li Luksemburgê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Borrell diyar kir ku serhildana Koma Wagner a li dijî rêveberiya Rusyayê nîşan dide ku şerê li Ukraynayê, hêza Kremlînê şikandiye û bandor li pergala wê ya siyasî kiriye.
Nûnerê YEyê, serhildana Koma Wagner wekî "cinawirê ku ji hêla (Serokê Rusyayê Vladimir) Putin ve hatiye afirandin û ew gez kir" nirxand û got ku
"Tiştê ku dawiya vê hefteyê qewimîn, nîşan didin ku şerê li dijî Ukraynayê hêza Rusyayê şikandiye û bandor li pergala wê ya siyasî kiriye. YE ji nêz ve rewşê dişopîne û got ku aloziya siyasî ya hêzeke nukleerî metirsîdar e û YE dê li ser senaryoyên gengaz bixebite. Niha dema wê ye ku ji her demê bêhtir piştgiriyê bidin Ukraynayê."