TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya, mafê serlêdana nerazîbûnê ji koçberan digire

Ruken güler
Nivîskar
📅 05 sibat 2023 22:30

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Brîtanyayê hatin ragihandin, Brîtanya rê li ber nerazîbûnên dersînorkirina kesên ku bi rêyên dijyasayî di ser Deryaya Manşê re ketine welêt, digire.

Li gorî hat ragihandin; Wezareta Karên Navxweyî ya Brîtanyayê, plansaziyek dike ku rê li ber serlêdanên nerazîbûna koçberên ku di ser Deryaya Manşê re bi rêyên dijyasayî koç dikin û dikevin nav çarçoveya têkoşîna li dijî koçberiya dijyasayî, bigire yan jî tenê destûrê bide ku piştî dersînorkirinê ev serlêdan bê kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Brîtanyayê ku nexwest li ser nûçeyên ku dibêjin hikûmet dê rê li ber nerazîbûna dersînorkirina koçberan bigire şîroveyan bike, diyar kir ku "Hejmareke nayê qebûlkirin ku bi keştiyên biçûk Deryaya Manşê derbas dikin, jiyana xwe dixin xetereyê û zextê li pergala penaberiyê bikin.”

Berdevk tekez kir ku armanca wan bi vê rêbazê ew e ku pêşî li derbasbûna neqanûniya sînoran bê girtin.

 

Parve bike: