Cîhan
Brîtanyayê xebatkarên balyozxaneya Beyrûdê vekisandin
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihan ku wan hin xebatkarên balyozxaneya xwe ya paytexta Lubnanê Beyrûdê bi awayê demkî vekişandine.
Di daxuyaniyê de, hişyariya geştên bo Lubnanê hate dayîn û hate gotin, ji ber rewşa ewlehiyê hin personelên balyozxaneya Beyrûdê bi awayê demkî hatine vekişandin.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê piştî destpêkirina şêr Îsraîl-Hemasê jî hişyarî dabû welatiyên xwe ku heke ne mecbûr bin serdana Lubnanê nekin.