TR KU SO
FB X
Cîhan

Buldan: Serkeftiyê hilbijartina Stenbolê Kurd û HDP ne

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 hezîran 2019 00:46

PeyamaKurd – Hevseroka HDPê Pervîn Buldan piştî eşkerebûna encamên nefermî yên hilbijartinên Stenbolê û serkeftina Ekrem Îmamoglu li ser medya civakî peyamek belav kir.

Buldan di peyama xwe de bal kişand ser hilbijêrên Kurd û alîgirên HDPê yên li Stenbolê û got, “Serkeftiyên îro Kurd û HDP ne. Nuqte.”

— Pervin BULDAN (@PervinBuldan) June 23, 2019

Li gorî amarên dawî rêjeya dengan wiha ye:

Sindoqên vebûne: 99%

Îmamoglu: 54,03%

Yildirim: 45,09%

Ferqa dengan: 777 hezar û 581

Parve bike: