TR KU SO
FB X
Cîhan

Çalakiya Dayîkên Semiyê dîsa hate qedexekirin!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 08 îlon 2018 16:39

PeyamaKurd- “Dayîkên Şemiyê” heta niha 701 carî li hev civîn û çalakiyên xwe kirin. Vê hefteyê ji bo ku cara 702yemîn bicivin xwestin ku derbasî Meydana Galatasarayê bibin, lê belê polîsan dîsa destûra wan neda.

Ji ber ku bi piranî di salên 90an de li bajarên Kurdan bi dih hezaran insan di bin çavan de hatin windakirin koma bi navê “Dayîkên Şemiyê” ji bo aqîbeta wan kesên winda bipirsin, her hefte roja şemiyê li Meydana Galatasaryê li hev dicivin û çalakiyên xwe dikin.

Êdî ev du sê hefte ne ku polîs destûra wan nadin û rûnin û çalakiyên xwe bikin. Vê heftê jî hemî rêyên ku derdikevine Meydana Galatasarayê hatin girtin. Polîsan nehiştin ku “Dayîkên Şemiyê” çalakiya xwe nekin.

Hukûmetê îlan kir ku êdî ji vir pê de destûra çalakiya “Dayîkên Şemiyê” nadin û nahêlin ku ew derbasî Meydana Galatasayê bibin.

Parve bike: