TR KU SO
FB X
Cîhan

Çavusoglu: "PKK/YPG, mayina dixe rêya endamtiya Îsweçê ya NATO yê”

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 13 rêbendan 2023 05:37

PeyamaKurd – Li ser meşa PKK ê ya li Stockholm a Îsweçê ku Erdoğan û Tirkiyê xistibûn hedefa xwe, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu di bernama TRT ê de li ser mijarê axifî û got:

“PKK/ YPG, mayîna li ser rêya endamtiya Îsweçê ya NATO yê datîne. Paqijkirina van mayinan û pê lêkirina van mayînan ya bi zanîn jî tercîha Îsweçê ye. Hedefa PKK ê ne tenê serokomare, esas hedefa wan Tirkiye ye. Hedefa duyem berlêgirtina endamtiya Îsweçê ya NATO yê ye. Ji bo Îsweç nebe endamê NATO yê leystikên wan dewam dikin.”

Tirkiye dibêje eger Îsweç îznê nede wan bûyeran, ew nikarin van tiştan bikin.

Parve bike: