Cîhan
Çekdarên DAISê êrîsî bîra gazê kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdarên DAIŞê li Sûriyê êrîşî xala leşkerî ya hêzên Sûriyê yên bîreke gazê ya li gundewarê Hûms a Sûriyê kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmê di navbera çekdaran û hêzên rejîma Sûrî de pevçûn derketiye û hevdem balafirên Rûsyayê jî herêmên beyarê Sûriyeyê bombebaran kirine.
Hate zanîn ku DAIŞê êrîş biriye ser xaleke leşkerî ya li bîra gazê ya Dibiyat a dikeve rojhilatê Humisê ku di navbera wan û hêzên "Fîrqeya 18'an" û "Dîfa Wetenî" de pevçûneke çend saetan dom kiriye derketiye. Derbarê kuştî û birîndaran de agahî nehatine parvekirin.
Li aliyê din SOHRê jî ragihandiye ku piştî êrîşê, balafirên şer ên Rûsyayê çolistana Sixnê ya gundewarê Humisê bombebaran kirine.