Çelik: “Kesên dîndar ji bo dînê xwe dikarin xwe feda bikin lê kesên dînfiros dînê pak û paqij ji xwe re dikin mertal.”
PeyamaKurd – Wezîrê berê yê Perwerdê yê Tirkiyê Prof. Huseyin Çelik piştî demeka dirêj ku dev ji wezîrtî û berdevkiya AKP ê berdabû, bû mêvanê Medyascop Tv yê û axifî. Çelik di axaftina xwe de got:
“Kesên dîndar ji bo dînê xwe dikarin xwe feda bikin lê kesên dînfiroş dînê pak û paqij ji xwe re dikin mertal. Yanî rexneyeke hûrik jî qebûl nakin û wextê ku kesekî devê xwe vekir wan xaîn îlan dikin û talûkeya tunekirina dewletê dixin rojevê. Kesên bi paş de gava xwe neavêje jî bi îşkence û girtîgehan re rû bi rû dimînin.”
Prof. Dr. Hüseyin Çelik di AKP ê de Wezîrtiya Çand û Tûrîzmê û Wezîrtiya Perwerdehiyê kiribû. Ev demeke dirêj bû ku zêde deng jê nadihat.
Prof. Dr. Hüseyin Çelik di “Medyascope TV”yê de bû mêvanê Tarık Çelenk û daxuyaniyên pir balkêş dan.
Çelik bi taybetî li ser dema ku Sultan Ebdulhemîd desthilatdar bû axivî û got:
“Kesên dîndar ji bo dînê xwe, dikarin xwe feda bikin lê kesên dînfiroş, dînê pak û paqij ji xwe re dikin mertal.” Mixabin oldariya Ebdulhemîd, ne oldariyeke pak û paqij bû, bi tevahî projeyekî siyasî bû. Ji bo ku desthilatdariya xwe saxlem û asê bike xwe bi werîsê oldariyê ve girê dida.”
Çelik dibêje ku desthilatên dîktatoryel ji bo ku zilm û zora xwe veşêrin, hênceta “beka”ya dewletê tavêjin holê û weha dewam kir:
“Yanî rexneyeke hûrik jî qebûl nakin û wextê ku kesekî devê xwe vekir wan xaîn îlan dikin û talûkeya tunekirina dewletê dixin rojevê. Kesên bi paş de gava xwe neavêje jî bi îşkence û girtîgehan re rû bi rû dimînin.”
Gava Çelik van gotinan dibêje teqez divê mirov desthilata îro jî di ber çavên xwe re derbas bike. Lewra heke mirov her du deman bide ber hev, her du jî weke du felqên sêvekê ne. Mirov baş dibîne ku desthilata îro ji kû derê dersê digire.
Di TV yên dewletê de jî rêzefîlmên “dema Ebdulhemîd” tên weşandin û Ebdulhemîd li ser seran tê girtin. Lê em vê yekê baş dizanin ku aliyekî mezin ê gel û heta gelek rewşenbîrên oldar bi xwe jî (Kesên weke Mehmed Akîf û Seîd Nûrsî) dema Ebdulhemîd weke dema zordariyê bi nav kirine. Ji vê yekê jî hêsan tê fêhmkirin ku xewn û xeyalên desthilatiya îro, ji bo gel ne “demokrasî û azadî” ye.