TR KU SO
FB X
Cîhan

Cezayên 3.458 mehkûman hat kêmkirin an efûkirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2021 02:14

PeyamaKurd – Serokê ayînî yê Îranê Ayetullah Hamaney bi sedema salvegera jidayîkbûna Hz. Muhammed ji bo 3.458 mehkûman di cezayê wan de kêmkirin an efû derxistin. Kêmkirina ceza û efûkirin li ser daxwaza serokê erka darizandinê Xulam Huseyîn Muhsîn Ejeyî û bi erêkirina Hamaney qanûn derket. Ragihandina nûçeyê ji aliyê nivîsîngeha Hamaney de hat kirin.

Qanûn ji bo dosyayên ku dezgeyên dewletê yên cezayê, ji yên artêşê û dadgehên şoreşê ceza dane wan re derketiye. Nehat ragihandin bê çend kes hatine efûkirin û çend kes cezayê wan kêm bûne. Li gor qanûna esasî ya Îranê erka Hamaney heye ku mehkûman efû bike.

Parve bike: