CHP: Rêvebirê TRTê bila ji wezîfê were dûrxistin!
PeyamaKurd- Ji ber ku TRT ji bo hemî namzetan heman muameleyê nake, du endamên RTÛKê yên CHPê xwestin ku Rêvebirê Giştî yê TRTê ji wezîfê were dûrxistin.
Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê (TRT) di navbera 14-30 gulanê de ji bo Serokomar Recep Tayyip Erdogan 67 seet, ji bo CHPê û Muherrem İnce 6 seet, ji bo İyi Parti (İP) û Meral Akşener 12 deqîqe, ji bo Partiya Seadetê (SP) Temel Karamollaoglu 8 deqîqe, ji bo HUDA-PARê 23 deqîqe veqetandin. Lê belê ji binî cih neda HDPê û Selahattin Demirtaş.
Di qanûna TRTê ya bi hijmara 2954an de di maddeya 5an de wiha tê gotin: “Divê TRT di hilbijartinan de aliyê ti kesî negire. Heke TRT terefgiriyê bike, divê rêvebirê wê ji wezîfê were dûrxistin.”
Ji ber vê yekê endanê RTÛKê yên CHPê yên bi navê İsmet Demirdogen û İlhan Taşçi daxwazname dane Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ku rêvebirê TRT ji wezîfê were dûrxistin.