Cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmet Yildiz bi rayedarên Îranê re hevdîtin kir
PeyamaKurd - Cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmet Yıldız bi rayedarên Îranê re, bi cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Ali Bakiri û bi şêwrimendê bilind yê mijarên siyasî Ali Asgar Hacı re civiya. Her dû teref li ser têkiliyên duqolî û mijara Fîlîstînê axifîn.
Yıldız ragihand ku di civînên di asta serokomar û wezîran de biryarên berê hatibûn dayîn, di çarçova wan de seredana Îranê kiriye. Yıldız radigihîne ku rojeva wan de gelek mijar hene û weha dewam dike:
“Ewlehiya sînorên me heye, koç heye û têkiliyên aborî hene. Pêwiste têkiliyên me yên çandê gelek zêde bin. Ew jî bi xwe re hinek mecbûriyetan tîne. Di rojevê de mijara Fîlîstînê heye. Divê li herêmê û bi hevkariya dinyayê çareser bibe.
Tirkiye endamê grûba têkiliyan ya Fîlîstînê ye. Di mijarê de xebatekî baş heye. Ev îstîşara me jî bû perçeyekî girîng yê rojevê.”