TR KU SO
FB X
Cîhan

Civîna duyem ya Rûsya-Ûkrayna qediya û wê civîna sêyem çêbibe

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 adar 2022 03:25

PeyamaKurd – Hevdîtinên li ser sînorê Belarûsê yên navbera Rûsya û Ûkraynayê bi dawî bû. Civîna ku 3 siet dewam kir, tê de biryarê dan ku korîdoreka tehliya ji bo sîvîlan vekin. Herêmên ku lê tehliye bênkirin, wê li wan herêman agirbes çêbibe. Wê civîna sêyem di rojên pêş de bibe.

Ûkrayna ragihand ku civîn di 20.30 an de qediyaye muzakerevanê Ûkraynayê weha got:

“Em negihand encamên ku me hêvî dikir. Me lihev kir ku civîna sêyem bikin. Her dû teref ji bo tehliya sîvîlan lihevkirin ku korîdoran vekin. Peyman ji bo wexta ku tehliye bênkirin, hat çêkirin.”

Serşêwirmendê serokatiya dewleta Ûkraynayê Mihaylo Podolyak di encama civîna duyem de ragihand ku tiştên Ûkrayna dixwaze bidest nexistiye.

Endamê heyeta civînê yê Rûsyayê û hem serokê komîsta karên derve ya Dûmayê Leonid Slutskiy, ragihand ku wê civîna sêyem di wextekî nêz de çêbibe.

Parve bike: