Cîhan
Ciwanê ku ji ji ber axaftina Kurdî rastî êrisê hatibû mir
PeyamaKurd – Ciwanê kurd Şirin Tosun ku ji ber axaftina Kurdî li Adapazariyê rastî êrişa nijadperestan hatibû û ji serê xwe birîndar bûbû piştî 50 rojan jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê Kurd ê bi navê Şirin Tosun ê 19 salî ku ji ber axaftina Kurd li Adapazariya Sakaryayê rastî êrişa 6 kesan hatibû û ji serê xwe birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Şirin Tosun ê ku muavîntî dikir, tevî malbat xwe li Adapazariyê di karekî demkî de dixebitî.
Tosun li çarşiyê rastî êrişan 6 kesên nijadperest hatibû û birîndar bûbû. Piştî dermankirin û tedaviya 50 rojan canê xwe ji dest da. Tosun li Amedê spartin axê.