Ciwanên di ser 18 salan de dê karibin derên derve
PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî civîna hukumutê biryarên ku bo berlêgirtina Kovid-19 ê dane aşkera kir. Kesên ku temenên wan di ser 65 salan de ne dê, hefteyê du roj karibin siet di navbera 14.00 û 20.00 an de derên derve. Kesên temenên wan di bin 20 salan de ne, wê tenê yên ji 18 salî berjortir karibin derên. Kesên temenên wan di navbera 0 û 14 salsan de wê hefteyê du roj karibin derên derve.
Kesên temenên wan di ser 65 salan de û xwediyê kar bin, bi şertê ku maske, paqijî û mesafa xwe biparêzin wê karibin herin îşê xwe. Çûn û hatina navbera bajaran bi temamî serbest e. Mesaiya daîreyên fermî bi temamî wê weka berê dewam bşke lê kesên ku nexweşînên wan yên kronîk hene wê rêvebiriya wan biryarê bide.
Temamê van biryaran wê piştî 1 ê hezîranê bên bicîhanîn.