TR KU SO
FB X
Cîhan

Çiyayê volkanîk yê Ibu ya Endonesyayê jiyana xelkê xist talûkê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2025 03:05

PeyamaKurd -  Çiyayê volkanîk yê İbu ya li eyaleta Malukuya bakûrê welatê Endonesyayê, jiyana xelkê dixe talûkê û rayedarên herêmê, piştî teqîna çiya, di asta herî bilind de hişyariyê dan hemwelatiyên li herêmê.

Teqîna herî mezin duhî çêbû û li ser teqînê Rêxistina Volkanolojiyê û Jeolojiyê ya Endonezyayê teqînan dişopîne û ji xelkê deverê xwest ku amadekariya xwe bike.

Ji ber teqînên volkanîk gemara hewayê zêde bû û rêvebirên cîh dest bi tehliya xelkê kir da wan bibin ciyên bi ewle. Dezgeyên dora çiya jî ji bo demkî kargehên xwe girtin.

Rayedar xwestin ku xelk xwe ji çiya 2 km dûr bihêlin da zerar negihê wan.

Parve bike: