TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgehê Donald Trumpî serbest berda

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 05 nîsan 2023 03:40

PeyamaKurd – Îro serokê Amerîkayê yê dewra berê Donald Trump derket pêşberê dadgehê, dadgeh wî xiste binçav û piştî Trump temamê sûcên ku bal bi wî de didan, red kir û dadgehê Trumpî serbest berda.

Sedema darizandina Trump ew e ku di sala 2016an de, Trump di dema hilibjartina serokatiya Amerîka de pere daye (para nedengkirinê) leystikvanê fîlman Stormy Daniels. Sûcên ku dozger îsnadê Trump dikir, ji aliyê Trump de hatin redkirin û celsa daraza bê wê di roja 04.12.2023an de be. Binçavkirina Trump jî, ji ber ji egerên pêvajoya darizandinêye, wî xistin binçav û paşî wî birin pêşberê dadger.

Di dadgehê de Trump ji 34 sûcên giran hat darizandin, Trump hemûyan red kir û got:

“Sûcê min tine.”

Parve bike: