TR KU SO
FB X
Cîhan

DAISê berpirsiya xwe ji bo hewla êrîsa Kabulê ragihand

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2021 03:38

PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê berpirsiya hewla êrîşa ser Rêveberiya Giştî ya Pasaportan a paytexta Afganistan Kabulê ku roja Pêncşema borî ew êrîş hatibû pûçkirin, li xwe girt.

Ajansa nûçeyan Khama ya li Afganistanê ragihand ku DAIŞê derbarê hewla êrîşa Kabulê de daxuyanî daye û berpirsiya xwe ragihandiye.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku xwekujê DAIŞê dema xwestiye xwe li nav Rêveberiya Giştî ya Pasaportan bi endamên Talîbanê biteqîne, hatiye bêbandorkirin.

Hêjayî gotinê ye, DAIŞ-Xoresan ji dema hatina Talîbanê ya ser deshilatdariya Afganistanê ve, êrîşan pêk tîne, lê Talîban hîn jî wê wekî gefeke mezin ji xwe re nabîne.

Parve bike: