Cîhan
Daxwuyaniya Neteweyên Yekgirtî li ser Afxanistanê
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres li Cenewrê di konferansa navdewletî ya bi navê ‘li Afxanistanê rewşa Mirovî’ de axifî û got ku soza 1,1 mîlyar dolar alîkariyê sitendiye. Guterres weha got:
“Vê konferansê ji bo hevkariya bi xelkê Afxanistanê re bersiva hêviyên min da. Ne tenê hukumet lê rêxistinên sîvîl û rêxistinên navdewletî jî tevli konferansê bûn. Ji 96 dewletan ku nîvê wan di asta wezîran de tevli konferansê bûn û 33 rêxistinên navdewletî û herêmî, 22 rêxistinên sîvîl yên navdewletî tevli konferansê bûn.”
Guterres, ragihand ku di civînê de di ser 1,1 mîlyar dolarî de soza alîkariya mirovî bo Afxanistanê dane.