TR KU SO
FB X
Cîhan

Depoya konteyniran roxiya: 9 mirî û 28 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 22 îlon 2022 02:14

PeyamaKurd – Li welatê Brezîlyayê li eyaleta Sao Paulo li bajarê Itapecerica de Serra, depoya konteyniran roxiya û di encamê de 9 kes mirin û 28 kes birîndar bûn. Depo ya şîrketa bi navê Multiteiner e ku konteyniran dikire, difroşe û dide bi kirê. Li ser bûyerê gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Berdevkê Îtfaiyê Luciana Soares ragihand ku di depoyê de 64 xebatkar hebûne û berya hilbijartinan 2 namzedên parlementeriyê Jones Donizette û Ely Santos berya ku depo hilweşe seredana wê derê kirine. Di wexta seredanê de depo hilweşiyaye.

Parve bike: