Cîhan
Desteka Hollandayê bo pêsmerge dewam dike
PeyamaKurd- Hollanda ragihand ku wê desteka wan bo pêşmerge dewam bike lê operasyonên hewayî yên li dijî İŞİD ê da rawestandin. Wezareta bergiriyê ya Hollandayê îro ragihand ku dawî li operasyonên li dijî İŞİDê yên li Iraq û Sûriyê aniye. Balafirên wan yên F-16 wê dagerin Hollandayê.
Wezaret got ku wê desteka wan bo pêşmerge û artêşa Iraqê dewam bike. 4 heb balafirên Hollanda di çarçoweya NATO de tevlî operasyonên li dijî İŞİD ê dibûn û Hollanda endamê koalîsyona li dijî DEAŞ ê bû.