TR KU SO
FB X
Cîhan

Di avêtina topan de 40 kes mirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 08 hezîran 2024 00:31

PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê li payîtext Hartûmê li devera Umdurmanê Hêzên Lezgîn yên Destekê (HLD) bi topan li deverên hêzên rejîmê xistin û di encamê de 40 kes mirin û ji 50yan zêdetir kes birîndar bûn.

Di navbera desthilata leşkerî ûya HLDê de ji bo desthilatê şerê li Sûdanê dewam dike.

Komîteyên Berxwedanê yên Medenî di 5ê Hezîranê de li orta welat li eyaleta Cezîra li gundê Ved en-Norayê di encama êrîşa hêzên HDKê de ji 100an zêdetir kes miribûn.

Parve bike: