Cîhan
Di dîroka Tirkiyê de yekemîn: Wê partiyê tenê 3 deng stendin
PeyamaKurd – Partiya Yekîtiya Hêzê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de tenê 3 deng stendin.
Mustafa Doğramaciyê ku Partiya Yekitiya Hêzê li navçeya Mudurnu ya Boluyê tenê, weke namzedê şaredariyê destnîşan kiribû, 3 deng girt.
Bi vî awayî Partiya Yekîtiya Hêzê li seranserê Tirkiyê bi 3 dengan hilbijartinên herêmî bi dawî kir.
Lêkolîner Mert Uzunsoy ji hesabê Xê parve kir û diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de dengên Partiya Yekîtiya Hêzê wek dengê herî kêm yê partiyê hatiye girtin.