TR KU SO
FB X
Cîhan

Di kargeha çekan de teqîn: 8 mirî, 7 birîndar

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2025 21:44

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê eyaleta Maharaştayê di encama teqîna cebilxaneyên di kargeheke çekan de, 8 kes mirin.

Rêveberên eyaleta Maharaştayê ragihandin ku teqîn li kargeheke cebilxaneyan a li herêma Bhlandarayê rû daye û ji bilî mirina 8 kesan 14 jî di kargehê de asê mane.

Wezîrê Gihandinê yê Hindistanê Nitin Gadkari jî eşkere kir ku 8 kes di teqînê de mirine û 7 jî birîndar bûne. Derbarê sedema teqînê de agahî nehatin belavkirin.

Parve bike: