Cîhan
Di navbera gardiyan û zîndaniyan de ser derket
PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Pencapê di zîndana devera Gujratê de, di navbera garidyanên zîndanê û zîndaniyan de şer derket û dewletê hêzên asayîşê şand zîndanê. Zîndanî, agir bi qawîşan xist û hinek zîndanî derketin ser banê zîndanê. Ji zîndanê dûman bilid bû.
Hat ragihandin ku ji zîndanê dengê sîlihan hatiye, gelek zîndanî, polîs û gardiyan birîndar bûne. Şer di rojekî ku li seranserê Pakistanê elektrîk tinebû, çêbû û ev jî balê dikşîne. Her weha nehat ragihandin bê jimara candayiyan û birîndaran çende.