TR KU SO
FB X
Cîhan

Di navbera herdu welatan de peyman hat çêkirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 26 hezîran 2023 00:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Misirê Abdel Fattah el-Sisi û Serokwezîrê Hindîstanê Narendra Modi, ji bo ku têkiliyên di navbera herdu welatan de bigihînin asta hevpariya stratejîk, peymanek destnîşan kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Misrê, Sisi bi Serokwezîrê Hindîstanê Modi yê ku di çarçoveya têkiliyên xwe yên fermî da cara ewil çûbû welêt, li paytextê hevdîtin kir.

Di agahiyan de hat destnîşankirin ku rêber li Qesra Îttîhadiye ya li Qahîreyê civiyan û li ser rêyên xurtkirina têkiliyan di her warî de gotûbêj kirin û hat diyarkirin ku Modi, Sisi vexwendiye Civîna G20ê.

Her wiha di derbarê naveroka peymanê de agahî û hûrgilî nehatin parvekirin.

Parve bike: