Di navbera Tirkiyê û Lîbyayê de 5 peyman hatin îmzekirin
PeyamaKurd – Bi amadebûna serokê Tirkiyê Tayip Erdpğan û serokwezîrê humuketa Lîbyayê Abdulhemîd Dibeyde de, di navbera Tirkiyê û Lîbyayê de 5 peyman hatin îmzekirin. Li Kulliya serokkomariya Tirkiyê, piştî di navbera Erdoğan û Dibeyde de û hevdîtinên di navbera heyetan de çêbûn, her dû terefan dest bi merasima îmzekirina peymanan kirin.
Peymanên ku her dû terefan îmze kirine ev in:
1.Protokola avakirina santrala elektrîkê,
2.Bo avakirina 3 santralên elektrîkê li Lîbyayê, zbteên lihevkirinê,
3.Zebta lihevkirina avakirina termînala balafirgeha nû ya navdewletî û ya avakirina balafirgeha Trablûsê,
4.Zebta lihevkirina avakirina navendekî bazirganî,
5.Zebta hevkariya stratejik ya di seha medyayê de ya navbera her dû dewletan.
Di merasimê de ger weha Erdoğan û Dibeyde belavoka civîna konseya hevpar ya yekem ya hevkariya stratejîk ya di asta bilind ya navbera her dû dewletan de hat îmzekirin.