Cîhan
Di ocaxa madenê de roxandin çêbû û karkerekî mir
PeyamaKurd – Li bajarê Zonguldakê li navça Kilimliyê di ocaxekî madenê de ku ruxsata wan tine, roxandin çêbû. Di hilweşandinê de karekerekî di bin axê de ma û can da.
Sedema roxandina ocaxê nehat zanîn lê dema polîs, AFAD û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, piştî xebata bi 8 seetan xwe gihandin cesedê karkerê bi navê Mustafa Kuru (51).
Cenazê Mustafa Kuru birin morga nexweşxana dewletê ya Zonguldakê.