TR KU SO
FB X
Cîhan

Di roja serxwebûnê de li Sîkago 5 kes hatin kustin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2022 01:26

PeyamaKurd – Di roja serxwebûnê ya Amerîkade li bajarê Şîkagoyê di êrîşa çekdarî de herî kêm 5 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.

Li eyaleta Illinoisê li Highland Parkê de di roja serxwebûnê de piştî ahengê bi deh deqeyan dengê gelek sîlihan hat û herkes reviya. Piştî bûyerê polîs çûn ciyê bûyerê. Li gor çapemeniya cîh, herî kêm 3 kes bi çekan hatine lêdan lê dengê sîlihên ku hatine  zêdetirin.

Li gor hatiye ragihandin di encamê de 5 kes mirine û 16 kes birîndar bûne. Şaredara Highland Parkê Nancy Rotering di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku festîwala roja serxwebûnê betal bûye û weha dewam kir:
"Polîsê Highland Parkê mudaxele bi bûyerekî li navendê dike. Festîwal hat betalkirin. Ji kerema xwe ji nevenda bajêr dûr bisekin.”

Parve bike: