TR KU SO
FB X
Cîhan

Di teqîna bajarê Lazkiya Sûriyê de 4 kes mirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 16 adar 2025 01:01

PeyamaKurd – Li bajarê Sûriyê yê li ser behra Sipî li Lazkiyê li taxa Ramlê di encama teqînekî di apartmanekî de 4 kes mirin. Hat ragihandin ku dema kesekî di xurdexana apartmanê de xwest mayîndeyên şer (teqemenî) ji xurdê veqetîne, teqîn çêbû.

Li gor ajansa SANA yê, bûyer li başûrê Lazikiyê li taxa Ramlê bûye û apartmana tê de teqîn çêbûye 4 qat e. Di encamê de 4 kes mirine û 9 kes birîndar bûne.

Tîmên parastina sîvîl çûne ciyê teqînê û birîndaran birine nexweşxanê.

Parve bike: