Cîhan
Di teqîneke li Helebê 5 kes hatin kustin bi dehan kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Di teqîneke li bajarê Helebê ya Sûriyê de, herî kêm 5 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gor Dezgeha Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand, do li bajarokê Seco yê bakurê Helebê, otomobîleka bombekirî teqiya.
Li gorî agahiyan, di teqînê de 5 kes hatin kuştin û ji zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn. Herwiha li cihê teqînê zirarên madî yên mezin çêbûne.
Bajarokê Seco yê Helebcê di destê Tirkiyê de ye.