TR KU SO
FB X
Cîhan

Dîroka civîna çaralî ya li ser Sûriyeyê hat diyarkirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 20 hezîran 2023 14:32

PeyamaKurd Duyemîn civîna teknîkî ya di navbera wezaretên karên derve yên Pêvajoya Çaralî ya di navbera Tirkiye, Îran, Federasyona Rûsya û Sûriyeyê de, wê li Astanayê bê lidarxistin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat gotin, "20emîn civînên bilind ên Sûriyeyê yên di formata Astanayê de wê di 20-21ê Hezîrana 2023an de li Astanayê bên lidarxistin."

Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:

"Duyemîn civîna teknîkî ya di navbera wezaretên karên derve yên Pêvajoya Çaralî ya di navbera Tirkiye, Îran, Federasyona Rûsya û Sûriyeyê de jî wê li Astanayê bê lidarxistin. Welatê me wê bi heyeteke nav saziyan a bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve Balyoz Burak Akçapar beşdarî van hevdîtinan bibe."

Parve bike: