Cîhan
Diyale | Mamosteyek di encama êrîsek çekdarî de hat kustin
PeyamaKurd – Li sînorê bajarê Baqûbe ya navenda parêzgeha Diyale, mamosteyek di encama êrîşek çekdarî de hat kuştin.
Li gor berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed diyar kiriye: ‘‘Derengiya şeva borî, li gundekî sînorê bajarê Baqûbe, ji aliyê çend kesên nenas ve hemwelatiyekî ku mamoste bû, dane ber guleyan û di encamê de can da.’’
Herwiha destnîşan kir: ‘‘Kesên kujer, piştî ew mamoste gulebaran kirin, reviyan. Lê derbarê bûyerê de, lêkolîn berdewam e û heta niha nayê zanîn sedema vê tawanê, ji ber pirsgirêkeke civakî ye, yan bûyereke terorîstî ye.’’