Cîhan
Donald Trump testa coronavîrusê kir
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna çapemeniyê de ragihand ku ew duhî bi şev testa xwe ya koronavîrusê kiriye.Trump piştî civîna xwe ya Koşka Sipî derket ber çapemeniyê û televîzyonên amade hemû bi zindî ragihandinên Trump gihandin dinyayê. Trump weha got:
“Do bi şev birin labararuvarê. Heya çend rojan wê bi dawî bibe. Agirê min normale û nîşana ti nexweşînê tine ye.”
Trump got ku bo berlêgirtina vîrusê dibe di navbera eyaletan de di çûn û hatê de, sînor bê danîn. Bo deynên krediyan jî Trump got ku wê deynan bi paşde bixin û dê çi kes mexdûr nebe.