Doza rewsenbîrê Kurd Mûsa Anter, hat taloqkirin
PeyamaKurd- Doza rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter ê 30 sal berê li Diyarbekirê hatibû kuştin, îro li Enqereyê bi rê ve çûbû. Hat ragihandin ku doza Mûsa Anter, hatiye taloqkirin û ev taloq dê bibe sedema demboriya dozê.
Doza kuştina rewşenbîr û nivîskarê Kurd Mûsa Anter a 36emîn, ji bo 21ê Îlonê hat taloqkirin.
Ji ber ku 5 roj mane doza kuştina Musa Anter li gorî dema qanûnî biqede û ev doz ji ber demboriyê hilweşe, ev taloq ji aliyê dozdaran ve rastî bertekeke tund hat.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter û Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan û parêzer Ozturk Turkdogan, daxwazên xwe dubare kirine ku divê ev doz di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de be û divê hilneweşe.
Dîcle Anter, li ser biryara hat dayîn dirûniştinê de got:
“Di nav van şert û mercan de êdî tiştekî ku bikarim bibêjim nema ye. Doz di 20ê îlonê de dema xwe ya yasayî dadigire û dikeve ber demboriyê. Ev, tawaneke li dijî mirovahiyê ye. Têkoşîna me ya di qada navneteweyî de dê berdewam be.”